Erdheja ku bi dema herêmî saet di 05.58’an de çêbû, li aliyê bakurê Girava Floresê rû da. Piştî hejînê, bi hezaran kesên li beravê dijiyan ji ber xetereya tsunamiyê berê xwe dan cihên ewle.
Rayedaran, ji bo herêmên rojhilat-rojavayê Nusa Tenggara, rojavayê Nusa Tenggara û başûrê Sulawesiya hişyariya tsunamiyê dan, lê piştre ev hişyarî rakirin.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYE’yê (USGS), navenda vê erdhejê nêzî 68 kîlometre li berava bajarê Ende yê li rojhilatê eyaleta Nusa Tenggara bû.
Serokê Saziya Rêveberiya Felaketên Neteweyî Suharyanto, bîlançoya dawî eşkere kir û ragihand ku herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. Suharyanto, da zanîn ku 2 kes bi giranî û 11 kes jî bi sivikî birîndar bûne. Her wiha nêzî 2 hezar kesî jî bi derfeta xwe ji herêmê bar kirine.

