Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1116’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê yên Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Nadîr Naycî yê 33 sal berê di sala 1993’yan de li Cizîrê hatibû windakirin hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê Dayika Şemiyê Îkbal Eren xwend.

