Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî
Kurdistan

YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya salvegera şehadeta fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şehîd Îsa Xwedêda ew bi bîr anîn û got, “Em ê di peyman û rêka ku cangoriyên me bi xwîna xwe çêkirine de bi israr bimînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê şehîd Seîd Hesen û şehîd Îsa Xwedêda bi bîr anî.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“16’ê Tebaxê di pêncemîn salvegera şehadeta fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Seîd Hesen, biraziyê wî û hevalê wî Îsa Xwedêda de wan bi bîr tînin. Ew di 16’ê Tebaxa 2021’an de dema ku wesayîta wan li navenda Şengalê bû, rastî êrîşeke hewayî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin û di encam de şehîd ketin.

Şehîd Seîd Hesen yek ji pêşengên herî berbiçav ên berxwedana Êzidiyan û yek ji damezrînerên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bû. Ew di nav gelê xwe de bi wêrekî, dilnizmî, dilsozî û fedakariya xwe ve dihat nasîn. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal kir, Seîd Hesen digel endamên malbat û eşîra xwe, tevlî berxwedanê bû. Wî hilbijart ku li Çiyayê Şengalê bimîne da ku gelê xwe û hebûna wan biparêze, di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û azadkirina herêma Şengalê de roleke girîng lîst.

Heval û cangorî Seîd Hesen xwedî wê baweriyê bû, ku hêza Êzidiyan di yekîtiya wan de ye. Wî bi berdewamî banga yekkirina rêzan û yekkirina hewildan û biryarên Êzîdiyan kir, dabeşbûn û nakokiyên ku di demên cûda de gelê me qels kirine, dan aliyekî.

Cangorî Îsa Xwedêda, biraziyê wî û hevalê wî, xwedî heman taybetmendiyên wêrekî, dilsozî û fedakariyê bû. Ew li kêleka mamê xwe di rêya berxwedan û parastina gelê xwe de meşiya.

Armanckirina her du pêşengên me, ne tenê êrîşek li ser du kesan bû, êrîşek li ser yek ji sembolên herî berbiçav ên berxwedana Êzidiyan bû, ku ji xaçerêya qirkirinê çêbû. Ew êrîşek li ser îradeya gelekî bû ku, ev rê hilbijart ku li hember çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe bide û ax û hebûna xwe bi xwîna zarokên xwe biparêze. Bi şehîdbûna wan, Êzidiyan du rêberên xwe yên herî hêja winda kirin, lê mîrat, helwest û qurbaniyên wan dê di bîranîna berxwedanê de bimînin.

Di vê salvegerê de, em piştrast dikin ku xwîna cangoriyên me dê ne tenê hejmarek di salnameyên dîrokê de be û qurbaniyên ku ji bo parastina Şengalê, rûmeta Êzidiyan û mafê wan ê parastina hebûna xwe hatine dayîn dê neyên jibîrkirin.

Em weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), dema ku em cangoriyên xwe Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr tînin, soz didin cangoriyan û gelê xwe ku em ê dilsozê rêya ku wan hilbijartiye bimînin, destkeftiyên berxwedanê biparêzin, yekîtî û rûmeta Êzidiyan biparêzin û mafê wan ê parastina ax û hebûna xwe biparêzin. Em ê di peyman û rêka ku cangoriyên me bi xwîna xwe çêkirine de bi israr bimînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê
Nûçeya Pişt re Îranê Şahram Sadeghi îdam kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

Şêniyên Mexmûrê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezarkirin û destnîşankirin ku ew ê berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava 24 saetên dawîn de li Xezeyê 138 kesan jiyana xwe ji dest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de di…

Ji aliyê Stêrk TV

Kolandina gora komî ya Kora Elo Enter destpê kir

Kolandina Gora Komî ya Kora Elo Enter a li Telaferê ku tê texmînkirin cenazeyên nêzî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Kremlinê civîna bilind a Şi Cinping-Trump-Putin piştrast kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?