Li Îranê îdam didomin. Şahram Sadeghi bi hinceta tevlî çalakiyên meha Çileyê bibû, li Kerecê hatibû girtin.
Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta “hevkariya bi rejîma siyonîst, DYE’yê û komên dijmin re” cezayê “mirinê” û “desteserkirina mal û milkê wî” lê birî.
Parêzeran îtîrazê Dadgeha Bilind a Îranê kir.
Piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryar erê kir, vê siharê Şahram Sadeghi hate îdamkirin.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dadgera Îranê Mizanê, mal û milkê Sadeghi hate desteserkirin.
Di nûçeyê de têkildarî cihê ku Sadeghi lê hatî îdamkirin, agahî nehatin dayîn.

