Têkildarî zêdebûna asta diyardebûna qetlên jinan ên li Herêma Kurdistanê, çalakvana mafên jinan Şede Beşîr li ser rûpela xwe ya fermî ya facebook’ê, bangawaziyek belav kir.
Çalakvan Şede Beşîr ragihand ku bîlançoyên ne fermî û nûçeyên rojane yên qetlên jinan ên li Herêma Kurdistanê, cihê fikar û mixabiniyê ye û got: “Ji wê bi êştir nebûna helwest û nebûna xebatek ciddî ya aliyên peywendîdare. Ji bo wê pêwîst û erkê her mirovekî jiyandost û wekhevîxwaz e ku zextek ciddî li ser aliyên peywendîdar çêbike.”
Şede Beşîr diyar kir ku divê bi hev re sînorên cudahiyên xwe derbas bikin û lihevkirinekê ava bikin, da ku bikaribin dawî li vê rewşa kujer a li ser jinan bînin.
Çalakvana mafên jinan Şede Beşîr ev tişt got, “Pêwîstiya me bi dengê her kesî heye, çalakvan, rojnamevan, hunermend, rêxistinên jinan, civaka sivîl, mafên mirovan, kesên bi bandor ên civakî û hemû ew kesên ku bawer dikin ku jiyana ti jinek nabe tenê bibe hejmarek di nava bîlançoyan de.”
Wê destnîşan kir ku tenê bi lihevkirin û yekdengiyê dikarin zextekê cidî ava bikin: “Bila dengê me bibe yek da ku em jiyanê biparêzin.”

