Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Meclisa Kongra Star a Lubnanê li hola Sultan Romî ya Beyrûtê, bi boneya salvegera 42’yemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, çalakiyek li dar xist.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Hevserokê Meclisa PYD’ê ya Lubnanê Rêvan Mihemed salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku bibîranîna pêngavê ne tenê bone yan jî mîraseyek dîrokî ye, lê destpêka rêwîtiya berxwedan û têkoşînê ye û berhema vê rêwîtiyê îro li qada siyasî dixuye.
Mihemed bi domdarî got ” Kurd bi armanca parastina nirxên gelê Kurd û berdewamkirina têkoşîna bi dirêjahiya 42 salan diyalogan dikin. Qonaxa heyî ya ku tevgera azadiya Kurdistanê ketiyê nûnertiya qonaxa veguhêz û kalîteyî dike û armanca wê avakirina diyalogê û danîna bingehên qonaxa nû ye ku nirxên şehîdan were parastina û berdewama têkoşînê were misogerkirin.”
Endama Kongra Star Zeyneb Xelîl jî diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê destpêka têkoşîna çekdarî bû, di heman demê de çirûska azadiyê jî ava kir û di şikandina qeydên li jinan ferz kirîbûn de bû alîkar.
Endamê Meclisa Ciwanan a PYD’ê Lawend Ehmed Ebid jî got dê ciwan têkoşîna xwe li ser şopa şehîd Egîd û şehîdên dîtir bidomînin.
Ebid destnîşan kir ku parastina mîrateya 42 salan li ser milê ciwanên Kurd e û divê ciwan vê rêyê berdewam bikin û parastina destkeftiyan bikin.
Piştî axaftinan Koma Kulîlkên Rêbertî ya Folklorê ya Zarokan, Koma Welatê Rojê ya Stranên Folklorîk, Koma Rojînda ya Dîlana Folklorîk a Ciwanan, Koma Hindik û Rindik a Şanoyê , hunermend Mufîde Hemdî, Yasir Bîlan û Mihemed Kobanê hûnerên xwe nîşan dan.
Çalakî bi diruşmên “şehîd namirin” û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

