MEBYA-DER û TUAY-DER bi armanca nîqaşkirina Pêvajoya Civaka Demokratîk û guhdarkirina pirsgirêkên gel, li Taxa Şafak a Êlihê civîna gel lidar xist. Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyim li şûna wê hate tayînkirin, weke axaftvan beşdarî civînê bûn.
Li salonê posterê mezin ê Rêber Apo hate vekirin û pankartên “Dîtina Rêber Apo hinceta me ya têkoşînê ye”, “Di şopdariya şehîdan de ber bi rêbertî û civaka azad”, “Bi rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk” û “Bi çalakiya azadiyê ber bi civaka komünal” hatin daliqandin. Civîn ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Gulistan Sonuk diyar kir ku bi saya Rêber Apo pirsgirêka Kurd hate vê qonaxê û destnîşan kir ku bi aktoriya Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Divê em xebatên xwe û rêxistinbûna xwe hîn zêdetir bikin. Rêbertî hewl dide Tirkiyeyê demokratîk bike, em ê jî xebatên entegrasyoneke demokratîk bimeşînin. Em ê xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”
Piştî axaftinan, civîna gel ji çapemeniyê re girtî dom kir.

