Amadekariyên ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin. Ciwanan beriya festîvala ku îsal wê di 5’ê Îlonê de li Dortmundê were lidarxistin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşa dirêj li dar bixin.
Hevseroka Kongra Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, di daxuyaniya xwe de derbarê meşa dirêj û festîvalê de, banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin, kir.
‘MEŞÊN DIRÊJ BÛN KEVNEŞOPÎ’
Zubeyde Zumrut diyar kir ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji bo Kurdan bûye hevkombûneke girîng û anî ziman ku meşên dirêj ku beriya festîvalê ji aliyê ciwanan ve têne lidarxistin, bûne kevneşopî.
Zubeyde Zumrut bilêv kir ku ciwananbi van meşan, hem festîvalê dikin rojev hem jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibin qadan û wiha got, “Ev xebata ku ciwan bi salan in bi kedekî mezin dimeşînin, li Ewropayê bû kevneşopî û çandekî.”
Zumrut da zanîn ku îsal jî wê ciwanên Kurdistanê bi ciwanên enternasyonalîst re bimeşin û destnîşan kir ku tevî pêvajoya ku dewam dike û hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girîng e.
‘DIVÊ EM JI 7’Ê HETA 70 SALÎ LI KÊLEKA CIWANAN BIN!
Zubeyde Zumrut diyar kir ku meşên dirêj ne tenê meseleya ciwanan e û got, “Di vê meşê de divê em ji 7’ê 70 salî li kêleka ciwanan cih bigrin. Ev ne tenê meseleya ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa ye. Ciwan wê pêşengiyê bikin, em jî bi ciwanan re di vê meşê de cihê xwe bigrin.”
Zubeyde Zumrtu derbarê bernameya meşê de agahî da û diyar kir ku beşdaran di 3’ê Îlonê de kom bibin û 4’ê Îlonê jî di saet 09:00’an de li pêşiya Dêra Domê li hev kom bibin.
‘EM Ê AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN BIQÎRIN’
Zubeyde Zumrut diyar kir ku ew jî wê beşdarî meşê bibe û wiha got, “Em ê jî li wê derê bin, em ê bi ciwanan re azadiya Rêber Abdullah Ocalan biqîrin. Ji ber ku festîvala îsal a di 5’ê Îlonê de, ji bo gelê Kurd û gelê me yê li dîasporayê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye.”
DI 4’Ê ÎLONÊ DE MEŞ Û 5’Ê ÎLONÊ DE JÎ FESTÎVAL WERE LIDARXISTIN
Zubeyde Zumrut di dawiya banga xwe ya ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin de wiha got, “Em li benda tevahiya gelê xwe ne ku di 4’ê Îlonê de li pêşiya Dêra Domê kom bibin. Di saet 09:00’an de li wê derê kom bibin. Di 5’ê Îlonê de jî, di qada Festîvala Dortmunê de bicivin.”

