Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin
Kurdistan

1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

Yekitiya Ragihandina Êzidxanê bi dirûşmeya ‘Yên ku armanca wan mezine, hewldanên wan jî mezinin’ 1’emîn konferansa xwe li Şengalê lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên ku li Şengalê pêş dikevin de, Yekitiya Ragihandina Êzidxanê bi beşdariya 50 delegeyan û nûnerên TAJÊ, Meclisa Gel, nûnerên şaredariyan, Komîteya Dîplomasiyê, Jineolojî, Ragihandina Asayîşê, YBŞ û YJŞ’ê û Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, li Geliyê Kersê yê Şengalê bi dirûşmeya ‘Yên ku armanca wan mezine, hewldanên wan jî mezinin’ konferansa xwe lidar xist.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê destpê kir. Di konferansê de piştî hilbijartina dîwanê, axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hate kirin.

Azad Hisên di destpêkê de şehîdên fermana 3’yê Tebaxê, hemû şervan û gerîlayên ku ji bo azadiya civaka Êzidî canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr anîn. Hisên 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê pîroz kir û silavên xwe gihandin hemû xebatkarên ragihandinê yên ku ji sala 2014’an ve bi ked û xebata xwe xizmet kirine.

Azad Hisên bal kişand ser girîngiya ragihandinê û diyar kir ku roja îro civaka Êzidî ji her wextî zêdetir hewceyî ragihandineke raste û got: “Di dema korîdora mirovî de, peyamnêran rastiya fermanê gihandin hemû cîhanê û belgeyeke dîrokî afirandin. Li dijî ragihandinên Iraqê ku dixwazin heqîqeta civakê tarî bikin, ragihandina azad di rojên nexweş û xweş de li kêleka gelê xwe sekiniye.”

Azad Hisên destnîşan kir ku ragihandin tenê çêkirina bernameyan nîne, ew deng û heqîqeta civakê ye û got: “Di vê rêyê de kedkarên ragihandinê wekî Nûjiyan, Agir û Murad giranbihatirîn bedel dane û giyanê xwe feda kirine. Wexta ku êrişên bîrdozî û ragihandinê yên dijminan zêde bûne, ragihandin ji bo siyaseta civakê, dîplomasî û avakirina pêşerojê bûye baskê herî esasî. Ez pêşniyar dikim ku ji bo hemû ajans û ragihandinên li Şengalê çarçoveyeke giştî ya hevpar bê diyarkirin.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên hêvî kir ku biryarên konferansê bibin wesîleya serkeftinê, avakirina pêşerojeke azad û bibe sêwanek ku hemû ragihandinên din di bin de xizmeta civakê bikin û careke din xebat û keda hemû beşdarvanan pîroz kir.

Piştre perspektîfên Rêber Apo yên ji bo ragihandinê, rapora kar û xebatan û belgeya ji nû ve avakirinê hatin xwendin.

Piştî xwendina belgeyan, ji aliyê amadebûyên konferansê ve nirxandinên berfireh hatin kirin û ji bo xebatên dema pêş pêşniyarên girîng hatin wergirtin. Di axaftin û nirxandinên ku hatin kirin de hate diyarkirin ku Şengal di pêvajoyeke dîrokî û hestiyar re derbas dibe, ji ber wê ji her derê zêdetir pêwîstiya wê bi rêxistinkirina qada ragihandinê heye.

Hat destnîşankirin ku divê ragihandina Êzidxanê têkiliyên xwe bi hemû sazî, ajans û rêxistinên ragihandinê re xurt bike û torên ragihandinê yên navxweyî û navneteweyî bi rengekî aktîf bide xebitandin. Amadebûyan bal kişandin ser wê yekê ku êrişên taybet û şerê psîkolojîk ê li ser civaka Êzidî tenê bi ragihandineke bihêz, rast û rêxistinbûyî dikarin bêne valaderxistin. Di berdewamiya nirxandinan de hat destnîşankirin ku xebatkarên ragihandinê divê bi ruhekî hevbeş û hevgirtî tevbigerin da ku bibin bersiva hemû êş, daxwaz û pêdiviyên civakê.

Hat diyarkirin ku ragihandin tenê nûçegihanî nîne, di heman demê de parastina çand, nasname û heqîqeta Şengalê ye, lewma erkê herî girîng ê pêşerojê avakirina xeta ragihandina azad û xwedîderketina li nirxên civakê ye.

Piştî pêşniyar û nirxandinan, Meclisa Rêveber a Yekitiya Ragihandinê ku ji 10 kesan pêk tê hate hilbijartin. Ji bo xwedîderketina li karê xwe û xizmeta civakê, rêveberî û tevî endamên ragihandinê sond xwarin û konferans bi dawî bû.

Têkildarî biryar û encamnameya konferansê, tê payîn ku di rojên pêş de encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê ji bo raya giştî bê eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin
Nûçeya Pişt re Li perestgeheke Hindistanê îzdiham: Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Sîpan Cûma hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Sîpan Cûma bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edeneyê di bin dorpêçê de nobet girtin: Navnîşana çareseriyê Îmraliyê ye

Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vînê ya Edeneyê de Şêx Seîd û hevalên…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Giştî yê CHP’ê: Tunehesibandina vîna gelê Wanê danîna kemînê ye!

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, bertek nîşanî desteserkirina mafê Abdullah Zeydan û mazbataya dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay car din serlêdana lêpirsînê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê gelek kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li perestgeheke Hindistanê îzdiham: Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?