Li Perestgeha Ashok Dham a li herêma Lakhisarai bi hezaran kes ji bo bîranîna Şiva ku weke xwedayê Hindu tê zanîn, hatin ba hev û piştre îzdiham çêbû.
Hat ragihandin ku herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û rayedaran ragihand ku rewş hatiye kontrolkirin.
WÊ TAZMÎNAT BÊ DAYÎNA MALBATÊN QURBANIYAN
Serokwezîrê Biharê Samrat Choudhary bûyer weke “dilê mirov parçe dike” nirxand. Hat diyarkirin ku wê 400 hezar rupiyê Hindistanê (Nêzî 3.600) euro bê dayîna malbatên qurbaniyan.

