Serokê DYE’yê Donald Trump, têkildarî muzakereya bi Îranê re û şer axivî. Trump, ku di Fox Newsê de ji Trey Yings re axivî, piştrast kir ku rêveberiyê rasterast rêyeke pêwendîdanînê ya veşartî ya bi Muhafizên Şoreşê re daniye, lê belê ew ji bo bidawîkirina pevçûnê ecele nake. Trump got: “Lîstikvanên baş ên pokerê ne, lê dimirin. Nexşerêyeke min a demeke diyarkirî tune ye. Ecela min tune ye.”
Trump, ji bo pevçûneke muhtemel a bi Îranê re got ku heke Umman daxil bibe, ew ê Ummanê “bombebaran” bikin.

