Serokatiya Daîreya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyê li dijî tundiya li ser jinê ji bo zêdekirina hestiyariya civakî li taxên bejahî bi jinan re dicivin. Di çarçoveya xebatê de li 22 gundan xebata atolyeyê hate lidarxistin, li atolyeyan pir aliyên tundiyê û pêşniyarên çareseriyê tên axaftin.
Xebata ku di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de tê meşandin, ev nêzî 2 sal in dewam dike. Di xebatê de derket holê ku jin rû bi rûyê şêwazên cuda yên tundiya aborî, psîkolojîk û dîjîtal jî dimînin, ne tenê tundiya fîzîkî.
Di atolyeyên li navendên navçe û gundan de, jin cûrên tundiya ku bi serê wan hatiye radigihînin û daxwazên xwe yên çareseriya ji bo vê yekê jî tînin ziman. Civaknas Eylem Kaya ya ku di çarçoveya xebatê de li qadê ye, çavdêriyên xwe yên li qadê ji ajansa me re nirxand.
Eylem Kaya tundiya li hemberî jinan û pirsgirêkên ku jiyan dikin ragihand û got, ew van pirsgirêkan not digirin û ji bo pêşxistina pêşniyara çareseriyê têdikoşin. Eylem Kaya diyar kir ku li herêmên bejahî jin tundiyê piranî li ser tundiya fîzîkî danasîn dikin û destnîşan kir ku şêwazên cuda yên tundiyê jî gelek caran ji aliyê jinan ve nayê ferqkirin. Eylem Kaya diyar kir ku jin bi şêwazên tundiyê yên cuda re rû bi rû dimînin û got, “Jin ji nîqaşkirina pirsgirêkan zêdetir, dixwazin em lêhêrbûna xwe bidin ser çareseriyê.”
Eylem Kaya ragihand ku di hevdîtinên wan ên bi jinan re de, hinek jin dibêjin ‘li cem me tundî qet çênabe, em li vir qet rastî çîrokên wiha nayên’ û îfade kir ku dema şêwazên tundiyê yên cuda tên axaftin jî jin jinûve tiştên ku jiyan kirine dinirxînin.
Eylem Kaya diyar kir ku ji xeynî tundiya aborî û psîkolojîk, barê meyzekirina hundirê malê jî tê nirxandin û destnîşan kir ku jin li qadên tenduristî, perwerde û binesaziyan jî rû bi rûyê binpêkirinan dimînin.
Eylem Kaya anî ziman ku di perwerdeyên ji bo jinan de tundiya dîjîtal û bikaranîna înternetê ya bi rengekî ewle jî tê nirxandin. Eylem Kaya diyar kir ku dîjîtal bandorê li her temenê dike û bilêv kir ku bi taybetî jin û zarokên keç di bin xeteriyê de ne.
Eylem Kaya îfade kir ku xebatên ku li navendê, navendên jiyanê û herêmên bejahî tên meşandin nîşan didin ku jin rû bi rûyê binpêkirinên mafan ên zêde û tundiyê dimînin û îşaret bi girîngiya xebatên li qadê kir. Eylem Kaya got, “Jin ji axaftina pirsgirêkan zêdetir, dixwazin em bala xwe bidin çareseriyê.”
Eylem Kaya diyar kir ku jin ji bo astengkirina tundiyê dixwazin xebatên ku bi mêran re tên meşandin bên zêdekirin û got, ev daxwaz hem li navendên bajêr hem jî li herêmên bejahî ji wan re tên ragihandin.
Eylem Kaya herî dawî ev tişt got, “Jin dubare dubare dixwazin em bi mêran re xebat bimeşînin. Ji ber ku daxwaz dikin ku ji jin zêdetir xebat ji bo mêrên ku çavkaniya tundiyê ne bên meşandin û bi taybetî jî têkildarî tundiyê zanebûna wan bê derxistina holê. Em vê yekê li her dera ku diçinê, hem li navendê hem jî bejahiyê dibihîzin.”

