Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan têkildarî Qanûna Çarçoveyê ji ANF’ê re nirxandin kir û got, kêmahiyên qanûnê hene, lê belê ev weke “çarçove û qanûna kokê” wê bingehê sererastkirinên qanûnî yên ji vir û şûnde ava bike. Tanhan diyar kir ku bi taybetî quralên ku maddeya 7’emîn a qanûnên bên avakirin, wê ji bo bicihanîna pêvajoyê diyarker be û destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî di mewzûata “Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê” û “Dadgeha Înfaz û Cezayê” de pêdivî bi guhertinên berfireh hene.
Tanhan diyar kir ku divê sererastkirin ji aliyê teknîka hiqûqê ve weke destpêkek û metna referansê were nirxandin û got, “Kêmahiyên Qanûna Çarçoveyê hene. Ji ber ku ev çarçove û qanûna kokê ye, wê temamiya sererastkirinên qanûnî yên ku ji vir û şûnde bên kirin, vê yekê referans bigire. Bi vê astê re helbet girîng e. Bi serê xwe girîng e ku qanûnek serbixwe be.”
Tanhan bilêv kir ku di yek qanûnê de sererastkirin ne pêkan e û got, qanûn sînorên esas xêz kiriye û sererastkirinên piştre wê di nava vê çarçoveyê de şêwe bigire.
Tanhan bal kişand ser bicihanîna Qanûna Çarçoveyê û îşaret bi girîngiya desteya ku di maddeya 7’an a qanûnê de tê pêşbînkirin, kir. Tanhan got, wezîrên Karên Hundir û Edaletê û wê nûnerên payebilind ên burokrasiya ewlekarî û îstixbaratê di desteyê de cih bigirin û destnîşan kir ku ev deste wê ji bo bicihanîna pêvajoyê û sererastkirinên ji vir û şûnde bên kirin, diyarker be.
Tanhan ragihand ku wê rayeyên desteyê berfireh be û biryarên bên girtin wê ji sererastkirinên qanûnî yên nû yên bên Meclîsê re zemîn ava bike.
Kamûran Tanhan destnîşan kir ku ji bo bicihanîna Qanûna Çarçoveyê rewşa hiqûqî û krîtîk a Rêber Apo, sernaveke krîtîk e û got, “Ji bo çareseriyeke mayînde divê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de, statuya wî ya hiqûqî, şert û mercên wî yên xebatê bên zelalkirin.”
Tanhan diyar kir ku li sahê bêbaweriya li hemberî desthilatdarî û dewletê didome, tevî vê yekê jî daxwaza aştiyê bi rengekî xurt tê vegotin. Tanhan bal kişand ser nêzîkatiya li pêvajoyê ya malbatên ku di şer de xizmên xwe winda kirine û destnîşan kir ku ev kes ji bo aştiyê bi israr in.

