– Geşedanên piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê ji bo çareseriyê destpêkek girîng e, lê belê kêmahiyên wê hene û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de, statuya wî ya hiqûqî, şert û mercên wî yên xebatê bên zelalkirin.
– Helwesta ferzkar a rêveberiya Şamê ya ji bo mijarên esas ên mîna perwerdeya Kurdî, entegrasyona QSD’ê, statuya YPJ’ê, vegera kesên ji cihên xwe hatine kirin û ewlekariya Kobanê, pêvajoya entegrasyonê dixitimîne.
– Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyê yên ku li dijî tundiya li ser jinê ji bo zêdekirina hestiyariya civakî xebat dimeşînin, daxwaz kirin ku perwerde bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne.

