Platforma Şiyar Be xebatên di çarçoveya kampanyaya “Rabin” li dijî polîtîkayên şerê taybet û hişbirê dane destpêkirin, berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de çalakiyên nobetê û meş têne lidarxistin. Li Amed jî her roj civînên gel têne lidarxistin.
Niştecihên taxê yên ku beşdarî civînan dibin, qala zirara hişbirê ku dide wan û kolanên wan kirin û bal kişandin ser xeteriya wê. Gel li her derê daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dike. Li bajêr ji heft salî heta heftê salî li dijî polîtîkayên şerê taybet dest bi xebatên rêxistinkirinê kirine.
Komên alîgirên Amedsporê yên ku li dijî tiryakê têdikoşin, armanc dikin ku bi çalakiyên xwe ciwan û zarokan têkildarî hişbirê agahdar bikin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ji trîbûnan bibin taxan û gotin”Pîvana herî mezin rêxistinkirin û xweparastin e.”
Li ser navê Koma Alîgirên Azadî Ferhat Yildiz axivî û diyar kir ku têkoşîna li dijî hişbirê berî ku kom were damezrandin bi awayekî ferdî dihat meşandin û anî ziman ku bi kombûna çar komên alîgiran wê têkoşîn bi hêztir berdewam bike.
Yildiz wiha got, “Wekî Koma Azadî, em berî ku kom were damezrandin jî li dijî hişbirê bûn. Ji dema ku Koma Azadî hat damezrandin, em li dijî hişbirê têdikoşin. Niha çar kom bûne yek. Em ê bi hev re hîn dijwartir li dijî hişbirê têbikoşin. Temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9 û heta 8 salî. Di nav xizm, heval û taxa me de heye. Li her derê belav bûye. Em bi biryar in ku li dijî vê yekê têbikoşin. Em têdikoşin û em ê têkoşînê berdewam bikin.”
‘HER DER KIRINE CIHÊ HIŞBIRÊ’
Li ser navê Koma Alîgirên Berxwedanê Rojhat Koyun jî axivî û diyar kir ku demek dirêj e li dijî hişbir, fihûş û hînbûnên xirab têdikoşin.
Koyun got, “Em bi ferdî li dijî hişbir û fihûşê têdikoşiyan. Niha bi hefteyan e li hema hema her kolanê li dijî fihûş, hişbir û hînbûnên xirab têdikoşin. Êdî sebra me nemaye. Wekî ciwan, wekî komên alîgir dixwazin ku ji vê re bêjin ‘bes e’.”
‘EM Ê BI CIWANAN RE TÊBIKOŞIN’
Koyun anî ziman ku hişbir û fihûş bandorê li beşên cûda yên civakên li Amed dike û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Koyun wiha berdewam kir, “Bi salan e em têkoşînê dimeşînin. Têkoşînên ku hem wekî komên alîgir û hem jî bi awayekî ferdî dimeşînin hene. Em ê vê bidomînin. Em ê ti carî dev jê bernedin. Heta niha me dev jê bernedaye. Me gelek zehmetî kişandin. Sê hevalên me ji ber vê hatin girtin. Têkoşîna me wê ti carî raneweste. Wê ti carî me bêzar neke û wê neke jî.”
Koyun destnîşan kir ku wekî komên alîgir û ciwanên Amedsporê dixwazin berteka li dijî hişbir û fihûşê dane destpêkirin, li bajarên din jî belav bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin bi berteka li hember vê yekê bibin destpêka vê yekê. Wekî komên alîgir û ciwanên Amedsporê. Ji ber ku li Amed û li seranserê Tirkiyeyê fihûş û hişbir zêde dibe. Bi salan e bertek nîşanî vê yekê didin. Di rojên dawî de, me berteka xwe zêdetir kiriye. Em dixwazin vê yekê li hemû li hemû bajaran belav bikin.”
‘HIŞBIR MALBATAN TINE DIKE’
Li ser navê Koma Alîgirên Barikatê Baran Çinar axivî û bi bîr xist ku kom di sala 2014’an de hatiye damezrandin û ji wê demê ve li dijî madeyên hişbirê têdikoşin.
Çinar evê tişt anî ziman: “Îro pêngavek hatiye destpêkirin. Em jî di vê çarçoveyê de li dijî madeyên hişbir û tiryakên din dengê bilind dikin. Madeyên hişbir mirovan t8ne d8kd, malbatan tine dike, welat tine dike û her tiştî tine dike. Ji bo ku ciwanên me neyên jehrîkirin me dest bi vê kir. Ji bo ciwanên me neyên jehrîkirin û li şûna wê berê xwe bidin werzîşê vê yekê dikin.”
‘ÇARESERÎ DI XWEPARASTIN Û RÊXISTINKIRINÊ DE YE’
Çinar anî ziman ku wê têkoşîna wan bi trîbunan sînordar nemîne û diyar kir ku bikaranîna madeyên hişbirê bi taybetî li hin deverên taxan zêde bûye û wiha domand: “Bikaranîna hişbirê bi taybetî li park û di bin piran de zêde bûye. Em dikarin vê yekê bi rêxistinkirin û bi rêxistinbûnê ji holê rakin. Em têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn di rêxistinkirin û xweparastinê de derbas dibe. Hişbir polîtîkayeke taybet a ku ciwanan ji jiyana siyasî û civakî dûr dixe ye. Ev pêkanîn di taybet a ku pergal li dijî ciwanan bikar tîne ye. Wekî ciwan, wekî Barîkat, wekî mevlisên alîgiran, em ê ti carî rê nedin vê yekê. Ew ê timî li pêşberî xwe me bibînin”

