Piştî ku dîmenên Îkra Avci li ser medyaya civakî hatin parvekirin û ji aliyê komên faşîst ve hat hedefgirtin, Wezareta Tenduristiyê li ser wê lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê Îkra Avci ji kar hat dûrxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî ji kar derxistina Îkra Avci bertek nîşan da. TJA’yê, diyar kir ku piştevaniya li dijî êrîşên li ser bedena jinan, nasname û îradeya wan, parçeyekî têkoşîna azadiyê ye.
TJA’yê, teqez kir ku beşdarbûna Îkra Avci ya di kampanya honandina por de bi armanca piştevaniya jinan bû û destnîşan kir ku tevî dadgehê biryara beratkirinê daye jî, ji kar dûrxistina wê li dijî hiqûqê ye.
Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku piştevaniya jinan bi zext û cezayan nayê bêdengkirin û ji kar dûrxistina Îkra Avc wekî “biryareke neqanûnî û siyasî” hat nirxandin.
TJA’yê, daxwaz kir ku ev biryar bê paşvekişandin û Îkra Avci ji nû ve vegere ser karê xwe.

