Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi armanca hevdîtinan bi rayedarên hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re îro çûn Şamê.
Li gorî nûçeya ANAH’yê ku agahî spartiye çavkaniyan, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve y Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed El Şeybanî re civiyane.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê, temamkirina dosyayên girêdayî peymana 29‘ê Çileyê hatine nirxandin.
Piştî hevdîtin bi dawî bû, her sê li Şamê wê bigerin.

