Li taxên Orman û Esentepe yên navçeya Gever a Colemêrgê ciwan duh ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, meşiyan.
Ciwanên ku li taxên Orman û Esentepe hatin ba hev, bi posterên Rêber Apo û şehîdan meşiyan.
Beriya meşê ciwanan deqeyek rêz girt û piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend.
Ciwanan di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

