Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê yên Kurdistanê wê sibe taziye were danîn.
Taziye wê li ber avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Cizîrê were danîn û 3 rojan dewam bike. Taziyeya ku wê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê were danîn, saet 09.00’an destpê dike.
Di roja 3’yan a taziyeyê de wê ji bo şehîdan merasîma bîranînê were lidarxistin.

