Li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê bi amadebûna bi sedan kesî ji malbatên şehîdan û xelkên bajêr, sazî û dezgehên sivîl hatin oxirkirin.
Şehîd Gîvara (Macid Hemede), şehîd Sîdar (Elî Hemîd Derwîş), şehîd Zagros Reqa ( Ebdulah Ebdulah) di 16`ê Kanûna 2024`an de li Qereqozaqê, şehîd Sîpan Tebqa (Macid Ehmed) 8 Kanûna 2024`an li Minbic, şehîd Reşo Boraz ( Mistefa Mehmûd ) di 8`ê Kanûna 2024`an de li Qereqozaqê, şehîd Nisrîn Çiya (Dunya Henan) di 8 Kanûna 2024`an de li Minbicê, şehîd Siwar Mahsum (Aydin Reşîd) di 7 Kanûna 2024`an de li Minbicê, û şehîd Ferhad Kobanê (Mistefa El Hiso) di 8 Kanûna 2024`an de li Minbicê, şehîd bûn
Îro bi merasimekê li pekrewangeha Şehîd Dîclê hatin oxirkirin. Piştî deqeyekê rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bajarê Kobanê Hesen Mûş axivî. Hesen di destpêkî sersaxi ji malbatên şehîdan ra xwest û got: “Maf û zimanê me li me qedexe bû, lê bi saya şervanên me niha em bi azadî di nava Sûriyeyê de jiyan dikin. Me ax û welatê xwe parast, dê dîrok vê mêrxwaziya we ji bîr neke.”
Dûra Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî li ser navê dayîka şehîdan axivî û anî ziman ku ew dîrokeke nû dinivîsin û got: “Me got dîrok bi xwîna zarokên me bi tîpên zêrîn tê nivîsandin û me ji tunebûnê hebûn afirand. Bi berxwedana gel û van şervanan, bi saya fikra Rêber Apo me hatin vê Rojê. Îro em dîroka xwe di cîhanê de careke din îsbat dikin û me gotiye em hene.”
Dûra wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

