Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Sîpan (Mihemed Mistefa El Mihemed) yê ku 9‘ê Çileya îsal (2026) di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugir hat veşartin. Bi sedan şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de wêneyên şehîd Mihemed, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.
Merasîm ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo axivî û got: “Em fedakariya şehîdan tu carî ji bîr nakin, em ê her dem şopdarên rêya wan bin.”
Ebdo destnîşan kir ku ew ê xwedî li nirxên ku şehîdan bi dest xistine derkevin û bîranînên wan dê zindî bihêlin.
Bi navê Kongra Îslama Demokratîk Mele Îbrahîm Îsa diyar kir bi saya berxwedana şehîdan ew li ser axa xwe dijîn û got: “Divê em kêlî bi kêlî şehîdên xwe bi bîr bînin û li kêleka malbatên xwe yên şehîdan bisekinin.”
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr jî anî ziman ku ew ê tu carî fedakariya şehîdên xwe ji bîr nekin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Sekna vî gelî wefatdariya bi şehîdan re dide xuyakirin. Em soz didin ku em ê heya nefesa dawîn li ser xeta şehîdan bimeşin û ji bo parastina civaka xwe bibin mertal.”
Di dawî de wesîqeya şehîd Mihemed hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.

