Ji bo Şiyar Jîrkî (Serhat Erdem) ku di 22’yê Tîrmeha 2019’an de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yê Medyayê şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya ku bi pêşendiya MEBYA-DER’ê li Qada Newrozê ya li navçeya Elkê hat lidarxistin, malbata şehîd Şiyar Jîrkî, Hevberdevkê Karên Derve yên DEM Partiyê û parlamenterê Amedê Berdan Ozturk, endam û rêveberên MEBYA-DERa Şirnexê, rêxistina DBPa Şirnexê, rêxistina DEM Partiyê ya Qilebanê, rêxistina DEM Partiyê ya Elkê û bi sedan kes beşdar bûn.
Di bîranînê de wêneyên şehîd Şiyar Jîrkî û birayê wî şehîd Rûstem Jîrkî (Menduh Erdem) ku di 16ê Cotmeha 2019an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şehîd ketibû hatin daliqandin. Di bîranînê de ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘HETA KU ENCAMÊ BI DEST BIXIN WÊ EV TÊKOŞÎN BERDEWAM BIKE’
Hevberdevkê Karên Derve yên DEM Partiyê û parlamenterê Amedê Berdan Ozturk axivî. Berdan Ozturk di kesayeta Şiyar Jîrkî de hemû şehîd bi bîr anîn û ji gelê Kurd û malbatê re sersaxî xwest.
Berdan Ozturk diyar kir ku berxwedanên hatine dayîn li ser tunehesibandina gelê Kurd hatine dayîn û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd li ser erdnîgariya xwe jiyaneke wekhev û azad xwest. Şehîdên me ev înkarkirin qebûl nekirin. Bi berdelên hatine dayîn bi pêşengtiya birêz Ocalan pêvajoyek hate destpêkirin. Gelê Kurd îro li hemû dinyayê tê naskirin û li Rojhilata Navîn bû hêzek. Bêyî Kurdan kes nikare hesaban bike. Du rê li pêşiya rêhevalên me hebûn an tunekirinê qebûl bikirana yan jî hebûna xwe nîşanî hemû dinyayê dabûna. Niha bi saya van bedelên hatine dayîn pêvajo dest pê kirine birêz Ocalan li ser maseyê ye. Ji bo ku careke din kezebên dayikên me neşewitin, ji bo ku ev pêvajo encam bigire em ê soza wan ji xwe re bikin doz û heta ku encam bigirin em ê vê têkoşînê bidin meşandin.”
‘BILA ÊDÎ DILÊ DAYIK Û BAVAN NEŞEWITE’
Piştre li ser navê malbatê birayê şehîd Şiyar Jîrkî Abdulkerîm Erdem axivî. Abdulkerîm Erdem têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya li her çar aliyê Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: “Gelê Kurd bedelên giran dan. Ji bo zimanekî bi rûmet, ji bo axa Kurd û Kurdistanê û ji bo mafê gelê Kurd. Kesên ku şehîd ketine û berxwedana xwe berdewam dikin nexwestin kes bê kuştin kes bimire. Lê belê ji têkoşînê zêdetir tu maf din nedan me. Bila Şehîd Rûstem û Şehîd Şiyar bibin şehîdên dawiyê. Bila kezeba tu dayik û bavan êdî neşewite. Xeyalên van şehîdan hebûn. Xeyaleke Rûstem, Şiyar hebû. Parastina axa xwe. Bila kesek ji vê saetê û şûnde negirî. Em aştî û azadiyeke birûmet dixwazin. Bijî azadî, wekhevî, gelê Kurd, rêya wan ji bo me şopa azadiyê ye.
Piştî axaftinan ji bo şehîd Şiyar Jîrkî mewlûd hate xwendin. Dayika Şehîd Şiyar Jîrkî Hawa Erdem ji bo lawê xwe lorand.

