Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 1135 roj li pey xwe hişt û çalakî bi merasîmekî dewrî koma nû ya 118’an hate kirin.
Merasîma dewirgirtinê li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî deqeyekê rêzgirtin li ser navê koma 217’an Leyla Arzû Îlhan axvî û wiha got: “Em destpêkê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên Pêvajoya Astî û Civaka demokrataîk bibîr tînin. Wek gelê Kurd û alîgirê Tevgera Azadiyê em di qonaxek pir zehmet re derbaz bûn, ev qonaxa em têre derbaz bûyîn di encamê de gelek keç û xortên me gihan şahadetê. Dewleta Tirk ji bo ku di Kurdistanê de serwer nebe ked dan û gihan asta şahadetê. Bi keda wan Şehîdan û têkoşîna Rêber Apo ya li Girava Îmralî em îro behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikin.”
‘PÊVAJO HÊVIYÊ DIDE GELÊ KURD’
Leyla Arzû Îlhan di dewamê de bal kişand ser pêvajoyê û wiha pêde çû: “Ev pêvajo ku ji bû gelê Kurd û hemû mirovhaiyê hatî destpêkirin bûye çaresriya hemû pirsgrêkên li Rojhilata Navîn. Gelê Kurd wê pirsgirêkên xwe yên civakî û yên bi dagirkeran re bi hişmendiya avakirina civaka demokratîk derbaz bikin. Cardin bi keda Rêber Apo, bi hewldanên Rêber Apo û bi tekoşîna gelê Kurd dayî meşandin di Rojhilata Navîn de gelê Kurd bûye xwedî hêza ku bikare di derbarê xwe de biryar bigre. Her wiha bi xwîna wan Şehîdan em dibînin gelê Kurd li hev kom dibin, şehîdan carek din hişek hevpar di nava gelê Kurd de û aqilê kolektîf di nava gelê Kurd de da avakirin. Pêvajo hêviyê dide gelê Kurd û hêviyê dide gelê herêmê. Wê Rojhilata Navîn ji qeyranên ji aliyê dagirkeran û hêzên hegomonîk ve hatiye avakirin wê were rizgarkirin. Yê ku gel ji vê qeyranê rizgar bike tekane xeta Rêber Apo û fikrê ji bo civaka aştî û demokratîk têkoşîn kirine.”
‘TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BERDEWAM DIKE’
Çalakvan Leyla Arzû Îlhan li ser çalakiya xwe jî ev gotin kir: “Wek gelê Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ev bû sê sal em di çalakiyê de ne. Lê mixabin me nekariye bi awayeke fizkî em Rêber Apo ji gireva Îmralî derbixin, ev jî rexnedayîna me ya li beramberî Rêbertî û pêvajoyê ye. Wek gelê Kurd wek jinên Kurd têkoşînek bê hempa hat meşandin, lê hê jî ev têkoşîn bi temamî encam negirtiye. Ji bo ku ev têkoşîna bi bedelên giran hatî meşandin bi encam bibe, wê têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo berdewam bike. Heya Rêber Apo bi awayek azad neyê vê pêvajoyê bi rêve nebe, em dest ji vê çalakiya xwe bernadin. Em wek xelkê Wargeha Mexmûrê dibêjin Rêbertî îradeya me ye, Rêbertî armanca me ya jiyanek azad e.”
Çalakî bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

