Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bernameya bîranîna gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, di roja duyemîn de berdewam dike. Bernameya bîranînê îro jî bi beşdariya gelek kes dest pê kir.
Di qada taziyeyê de wêneyên gerîlayên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û posterê Rêber Apo cih girtin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Şehîd roniya rêya me ne”, “Têkoşîna we rêya me ronî dike” û “Her şehîdek felsefeyek” hatin daliqandin.
Taziyeya ku ji bo şehîdan hatibû avakirin, bi tevlîbûna girseyî ya ciwan, jin û gelek kesan re bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat ziyaretkirin.

