Li gorî bîlançoya nû ya demkî ku polîsên Nepalê roja Înê li ser hesabê xwe yê X’yê parve kir, li Nepalê herî kêm 469 kesî di vê karesatê de jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Çînê, jî ragihand ku li Tîbetê 3 kes jiyana xwe ji dest daye. Bi vê yekê re li her du welatan hejmara giştî ya miriyan herî kêm derket 472 kesan.
Piştî karesata ku ji ber lehî û herikîna heriyê çêbû, bêtirî hezar û 400 kes winda ne.
Piştî karesata ku li herêma sînor a li navenda Hîmalayayan xist, rayedarên Nepal û Çînê xebatên rizgarkirinê ji hev cûda dimeşînin.
LI TÎBETÊ RÎSKA LEHIYÊ YA NÛ
Rayedarên Çînê, her wiha hişyarî dan ku piştî herikîna heriyê, gola avê ya mezin a ku li herêmê çêbûye, di nav sê rojan de rîska belavbûna wê heye.
Li gorî nûçeya ajansa dewletê ya Çînê, xetereya belavbûna vê bendavê dikare bibe sedema pêleke nû ya lehiyê. Hat ragihandin ku li herêmê hîn jî bi sedan kes winda ne.

