Li gorî nûçeya ERTnews a televîzyona dewletê ya Yûnanistanê, IHA’ya dewleta Tirk bi awayekî neqanûnî ketiye qada hewayî ya li nêzîkî bajarê Aleksandrupoliyê û Hêzên Hewayî yên Yûnanistanê ketine alarmê. Çavkaniyeke din a leşkerî ya Yûnan jî ji AFP’ê re bûyer piştrast kir.
ERTnewsê, ragihand ku IHA’ya berbehs li nêzî pîsta Balafirgeha Aleksandrupoliyê bûye û di heman kêliyê de balafirgeha rêwiyan ji bo firînê xwe amade dikir.
F-16’YAN PÊŞÎ LI IHA’YÊ GIRT
Hate ragihandin ku F-16’yên balafirên şerî yekser bilind bûne û di nava çend deqeyan de linêzî IHA’yê bûne û nasnameya wê tespît kirine û pêşî lê girtine.
Li gorî televîzyona dewletê ya Yûnanistanê piştî mudaxeleya balafiran IHA ji qada hewayî ya Yûnanistanê dûr ketiye. Hate îfadekirin ku bûyerê bandor li sefera li Balafirgeha Aleksandrupoliyê nekiriye.
Çavkaniya leşkerî ya Yûnanistanê jî bûyer weke ‘’meseleyekî ne cidî’’ pênase kir.
LI GORÎ YÛNANISTANÊ BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE
Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya Yûnanistanê, bûyerên ku balafirên dewleta Tirk qada hewayî ya Yûnanistanê binpê kirine di sala 2026’an de ji nû ve zêde bûne.

