Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi zorê hatine windakirin bipirsîn û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1118’an de li Qada Galatasaray a li Beyogluyê hatin ba hev.
Çalakî bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî hate lidarxistin. Endama Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sebla Arcan meta daxuyaniyê xwend.






