Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), topek hawnê ku ji aliyê herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de hat avêtin, li taxên rojavayê bajarê Siwêdayê ket.
Hate diyarkirin ku di encama topbaranê de jinek bi navê Asya ya ji herêma Cizîrê koçber bûye û di nava zeviyên çandiniyê de dixebitî, her wiha ajokarekî terektorê jiyana xwe ji dest dan. Di topbaranê de du kes jî birîndar bûn.
Cenaze û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

