Sersaxiya ku hevjînê Mehdî Zana Leyla Zana dike, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, malbata Rojîn Kabaiş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî serdana taziyeyê kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser têkoşîna ku Mehdî Zana ji bo gelê Kurd kir û wiha got: “Îro em gelekî xemgîn in. Mehdi Zana berxwedan e û helwest e. Di demên zehmet de kesekî ku di warê şaredariyê de weke mînak were girtin e. Di heman demê de bi berxwedana zindanê re bû dengê vî gelî. Hem bi berxwedana xwe ya li zindanê û hem jî bi pratîka xwe ya di şaredariyê de nirxekî pir mezin afirand. Em kêfxweş bûn ku me ew nas kir. Serê gelê Kurd sax be. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em têgihiştin û têkoşîna wî bidomînin û xeyalên wî pêk bînin.”
Serdanên sersaxiyê bi girseyî berdewam dike.

