Rûsyayê, her wiha îdîa kir ku wan li navendên ku leşkerên Ûkraynayê û şervanên biyanî lê bûn xistine.
Moskowayê, diyar kir ku ev êrîş wekî bersivek e ji bo êrîşên Ûkraynayê yên li ser binesaziya sivîl û enerjiyê ya li Rûsyayê ye.
LI DONETSK Û ZABORÎJÎAYÊ WINDAHIYÊN CANÎ
Ji ber êrîşên Rûsyayê li Donetskê pênc kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de, zarokek jî heye.
Li Zaporîjyayê jî du kes hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
ÎDÎAYA KU ENDONEZYAYÎ DI NAV ARTÊŞA RÛSYAYÊ DE ŞER DIKIN
Rêveberiya Endonezyayê, îdîayên li ser beşdarbûna hinek welatiyên xwe di nav artêşa Rûsyayê de lêkolîn da destpêkirin.
Wezareta Karûbarên Derve ya Endonezyayê, dest bi lêkolînkirina nasnameya van kesan û awayê beşdarbûna wan di nav artêşa Rûsyayê de kir.
Wezaretê, ragihand ku heke ev îdîa bên piştrastkirin, ew kesên di artêşeke biyanî de peywirê digirin dibe ku bi metirsiya windakirina hemwelatîbûna Endonezyayê re rû bi rû bimînin. Jakarta, her wiha anî ziman ku heke ev rewş zelal bibe, ev yek wê tenê wek tevgereke şexsî be û siyaseta an jî helwesta hikûmeta Endonezyayê nîşan nade.

