Têkildarî qezaya trafîkê ya giran a li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ku 5’ê Îlonê qewimî û di encamê de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan, girtiya siyasî Werîşe Mûradî peyameke sersaxiyê weşand.
Werîşe anî ziman ku ya di van rojan de êşê kêm bike, hevrebûna wan e û got: “Tevî ku ti gotin nikare êşa malbatên qurbaniyan kêm bike jî, dîwarên zindanê nikare mirovan ji civakê cuda bike. Ya ku me tîne ba hev êşa hevpar, çarenûsa hevbeş û berpirsyariya hevpar a li gel hev e. Çiyayê Awdêr nasnameya Sine ye. Xelkê vî bajarî di dîrokê de rojên zehmet bi serbilindî û xweragirî borandiye. Xweragiriya me nabe bibe sedemê bêdengoya li hember êşan.”

