Berbanga vê sibehê li zindana bajarê Kobanê şewat derket, li gorî agahiyên destpêkê hatiye ragihandin hejmarek ji girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ji ber dûmana şewatê bi dehan girtî zirar dîtine, hîn jî sedema derketina şewatê nehatiye diyarkirin.
ANHA’yê ragihand ku şewat derdora saet 02:00’an derketiye, di zindanê de hejmarek girtî hene, hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest daye û hin jî ji ber dûmana şewatê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Girtiyên ku ji ber dûmanê birîndar bûne sewqî nexweşxaneyên li Kobanê hatine kirin, heta niha sedema derketina şewatê ne diyar e, aliyên peywendîdar jî bûyerê lêpirsîn dikin.

