Pêşkêşvanê Ozgur TV’yê û nivîskarê ETHA’yê Ahmet Polad ê di 19’ê Çileyê de li bajarê Reqayê dema karê xwe dikir ji aliyê HTŞ’ê ve hatibû revandin, piştre di 9’ê Îlonê de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Ahmed Polad ê duh berêvarê derxistin edliyeyê, hate girtin û ew şandin Girtîgeha Metrîsê.
Eva û Înîsiyatîfa Azadî ji Ahmed re têkildarî mijarê daxuyaniyek dan û ev yek anîn ziman: ‘’Îro Navenda Polîsan a Stenbolê li bavê Ahmet Polat geriyeya, jêre gotine ku Ahmed ji Tirkiyeyê re hatiye radestkirin û piştî derxistina edliyeyê ew ê wî bişînin girtîgehê. Bavê Ahmet Polad demeke kurt kurê xwe dîtiye. Ahmed Polad ji bavê xwe re aniye ziman ku ew 8 meh in êşkenceyê dibîne û demeke dirêj di greva birçîbûnê de maye. Hatiye dîtin ku Ahmet Polat ji ber êşkence û greva birçîbûnê gelekî zeîf û lawaz bûye. Her wiha em dixwazin agahiyên têkildarî şahidên li Helebê ew dîtine jî bi bîr bixin ku diyar dikirin ku ew birîndar bû. Em vê helwesta rejîma HTŞ’ê ya faşîst a ku 8 mehan hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan binpê kir û Ahmed Polat bi tecrîdeke giran û êşkenceyê re rû bi rû hişt, şermezar dikin û diyar dikin ku ji bo darizandina berpirsiyaran em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Divê dewleta Tirk tavilê Ahmet Polad serbest berde.’’

