Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 96 saetên bihurî de, bi fermana Serokê Dezgeha Asayîşa Herêmê û bi biryara Dadwerê Lêkolîna Asayîşê, li gorî xala 2 ya yasaya terorê di encama hejmarek operasyonan de, bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê û Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Helebceyê, du mefrezeyên çekdarên DAIŞ’ê hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku di operasyonan de hejmarek endamên veşartî yên DAIŞ’ê ku bi giştî 22 kes bûn hatine girtin, her wiha dest danîne ser hejmareke zêde ya çekên giran, navîn û sivik, bombeyên destan, dûrbînên leşkerî û cebilxaneyan ku bi niyet bûn di nîvê meha 9’an de çend çalakiyên terorîstî lidarbixin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lêpirsîn û lêkolîn li ser dosyeyê berdewame, hemû belge û zanyarî di destê Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê û Dadwerê Lêkolînê de ne.
Hate eşkerekirin ku şeva borî demjimêr 23:20’ê, operasyonek li dijî emîrê şerî yê DAIŞ’ê li Xurmalê hate lidarxistin û di encamê de pevçûn derket, lê bêyî ziyanên canî emîrê komê hate girtin.
Di dawiyê de hate ragihandin ku di demeke nêzîk de, ewê tevahiya îtîraf û hemû belgeyan ji raya giştî re eşkere bikin û hemû endamên hatîn girtin jî ji neteweya Kurd in.

