Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi wesîleya salvegera çaremîn a Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî daxuyaniyek da ku şoreşê bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hîn jî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jinên ku daxwaza mafên xwe û azadiyê dikin rastî polîtîkayên zextê, girtin, êşkence û darvekirinê tên û işaret bi zextên giran ên li jinên Kurd hate kirin. Hate ragihandin ku li gel zext û zordariyê jî jin li ber xwe didin û hate gotin, “Bi navê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Mahsa Emînî de em wê û jin û ciwanên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Qetilkirina Jîna Mahsa Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê bû sedem ku li Îranê serhildana bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî destpê bike û ev serhildan di demeke kurt de li çar aliyên cîhanê bû dengê berxwedana jinan. Jîna Mahsa Emînî li dijî zextê, desthilatdariya baviksalariyê û tundiya li hemberî jinê bû sembola têkoşînê. Lê belê Jin, Jiyan, Azadî ji bo jinên Kurd ne tenê dirûşma serhildana sala 2022’an e. Pêwendiya vê dirûşmê bi mîrateya têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd heye. Jinên Kurd bi salan e li dijî dagirkerî, zext û desthilatdariya baviksalariyê têdikoşin, bi ked û fedakariyê di parastina azadî, ziman û nasnameya civakê de roleke taybet lîstin. Ji ber vê jî serhildana Jin, Jiyan, Azadî weke dewama vê têkoşîna dîrokî dikare bê dîtin.
Îro jî li Îranê li hemberî jinên ku daxwaza maf û azadiya xwe dikin polîtîkayên zext û zordariyê dewam dikin. Girtin, êşkence, darvekirin û cezakirina siyasî li dijî jinan têne bikaranîn. Jinên Kurd di vê pêvajoyê de li zextên giran rast tên. Li hemberî vê yekê berxwedana jinan dewam dike. Divê dengê jinên li girtîgehan, jinên li tundiyê rast tên û malbatên wan bê bihîstin. Civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan xwedî wê berpirsyariyê ne ku li hemberî van binpêkirinan helwestek xurt nîşan bidin. Ev pêvajo ji bo jin û gelê Kurd yekîtiyeke rêxistinbûyî û xurt ferz dike. Yekîtiya jinan divê li ser bingeha hevkarî, bawerî, hurmet û berpirsyariyê li hemû parçeyên Kurdistanê û dîasporayê di nava jinên Kurd de pêk were.
Di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Mahsa Emînî de em jinên Kurd ên ku di herikîna dîrokê de li dijî zext û dagirkeriyê têkoşiyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Li dijî girtin, êşkence, darvekirin û her cûre tundiya li hemberî jinan helwesta xwe bi eşkere datînin holê. Di têkoşîna jinan a ji bo azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet de em rola rêxistinên jinan, hêzên demokratîk, saziyên mafên mirovan û civaka navneteweyî girîng dibînin û ji wan dixwazin ku li kêleka jinan bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku hêza jinên Kurd yekîtiya wan e. Yekîtiya rêxistinbûyî dikare dengê wan xurt bike, bibe bingeheke xurt a avakirina yekîtiya neteweyî û civakî. Di salvegera şoreşê de em soz didin ku têkoşîna azadî û wekheviyê dewam bikin û ala Jin, Jiyan, Azadî bilind bikin.”

