Hate ragihandin ku bi pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re eşkerekirina agahiyên li ser nasnameya PKK’yiyên şehîdbûyî ji aliyê rûbirûbûna polîtîk, civakî û însanî ya bi şer re girîng e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, malbatên ku bi salan li benda agahiya xizmên xwe bûn, agahiya şehadetê wergirtin û vê yekê êşeke giran bi xwe re anî.
Înîsiyatîfê diyar kir ku cenaze û taziye ne tenê cihên parvekirinan êşa windahiyan e, di heman demê de qadên parastina hişê civakî ye. Hate ragihandin ku berê gelek caran mafê Kurdan ê şînê û xwedîderketina li goristanê hate astengkirin û hate gotin, xwedîderketina li miriyê xwe tê wateya xwedîderketina li rûmet û paşeroja mirovan.
Înîsiyatîf destnÎşan kir ku divê bêyî cihêkariyê şîn karibe bê girtin û got, “Ne tenê civaka Kurd, divê temamiya civaka Tirkiyeyê bi vê êşê zanibe û van şînan nas bike, hurmetê nîşan bide.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em her yek ji mirovên jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin; êşa malbat, xizm, heval û hevrêyên wan ji dil parve dikin.”

