Di salvegera 4’emîn a kuştina Jîna Emînî de ku li paytexta Îran Tehranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin, komek ji aktîvîstan serdana goristana li Seqizê kir.
Aktîvîstan li pêşiya goristanê nepoxên bi navê Jîna Emînî û nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” firandin.
Aktîvîstan diyar kirin ku wê Jîna Emînî ji bîr nekin û bang li gel kirin ku di salvegerê de beşdarî vê tevgera sembolîk bibe, nepoxên spî bifirîne û Jîna Azadî û kesên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr bîne.

