Di bîranînê de ku bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate lidarxistin Îzzettîn Tûş (Cemîl Wan), Melîk Firat Seven (Ciwan Serhed), Reşat Bozyîtîg (Dîren Amed) û Ersîn Seven (Argeş Întîkam) hatin bîranîn.
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hate vekirin û dirûşam “Şehîd namirin” hate qîrîn.
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyon hate nîşandan. Bername piştî xwendina dûayan bi dawî bû.

