Li gora komî ya li mezargeha Şerfedîn 76 cenaze hene ku ji aliyê PDK’ê ve bê ser û ber hatibûn binaxkirin.
Cenazeyên di gora komî de di sala 2016’an de ji aliyê PDK’ê ve bêyî testa DNA’yê bê kirin ji Komelgeha Xanesorê hatin rakirin û bi rengekî bê ser û ber hatin veşartin. Ev nêzîkatiya PDK’ê li nava civaka Êzidî bû sedema nerazîbûnê û ji hingî ve civakê xwest ku gora komî bi lez bê vekirin.
Dawiya dawî gora komî ya li ber mezargeha Şerfedîn ji aliyê Daîreya Tipa Edlî ya Bexdayê û xizmên cangoriyan û civaka Êzidî ve bi merasîmekê hate vekirin.
Merasîmê bi qewl û beytan ve destpê kir. Li gorî agahiyan karê vekirin gora komî wê ji hefteyekê heta 10 rojan dewam bike û hestiyên cangoriyan wê ji bo tipa edlî bêne veguhestin.
Li seranserê Şengalê heya niha 96 gorên bi komî û bi dehan yên ferdî hene. Ji van 77 hatine vekirin û heya niha 19 man e. Ji vanê ku vekirina 561 cenaze li Tiba Edlî ya Bexdayê ji sala 2019’an ve tên hiştin.
Di sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê êrişa herî hov a sedala 21’emîn bi serê civaka Êzidî de hat. Di encama wê êrişê de bi hezar kes ji ser cih û warên xwe koçber bûn, bi hezaran keç û jin dîl ketin destê çeteyan. Her wiha ji zêdeyî 100 gorên bi kom li peyî xwe hiştin.

