Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafên Mirovan li Sûriyeyê bi boneya Roja Qurbaniyên Revandina Bi Zorê ya Navneteweyî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin berdewama revandin, qutbûna peywendiya bi revandiyan re û nezanîna aqûbeta awn tehdîdeke aşkera li ser jiyana wan e.
Komîteyan bang li aliyên hikumî û ne-hikumî yên welatî revandine kir ku aqûbeta wan aşkera bikin û dev ji van kiryarên dermirovî yên ku binpêkirina aşkera ya maf û azadiyên bingehîn in berdin.
Komîteyan da zanîn ku hejmara qurbaniyên bi darê zorê ji destpêka 2026’an ve hatine revandin derketiye 257’an, li kêleka wê jî hêzên Îsraîlê 52 kes revandin.
Komîteyan bang li Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û aliyên têkildar ên navneteweyî kir ku xwe bigihînin navendên girtinê û lêpirsînên derbarê girtinên bi darê zorê vekin û aqûbeta girtî û revandiyan aşkera bikin.

