Eşkere bû ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji bo biyaniyên ku ji aliyê qanûnî ve nikare bişîne welatê wan, bi 35 welatan re peymanên veşartî çêkiriye.
Li gorî lêkolîneke ku bi pêşengiya Forbidden Stories ji aliyê 72 rojnamevan û 23 saziyên medyayê yên ji 15 welatan hate hate meşandin, heta 31’ê Tebaxa 2026’an herî kêm 25 hezar û 447 kes ji 28 welatan re hatin şandin. Nêzî 20 hezar ji van kesan ji Meksîkayê re hatin şandin.
Li gorî lêkolînê DYE’yê 410 milyon dolar daye welatên ku di çarçoveya van peymanan de malovanî kirine û saziyên Neteweyên YekbÛyî. Hate ragihandin ku ji vî pereyî 81 milyon dolar yekser radestî wan hikumetan hatiye kirin ku peyman mohr kirine û 178 milyon dolar jî radestî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), 123 milyon dolar radestî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hatiye kirin.

