Li bajarê Coesfeld ê nêzî Munster ê Elmanayê, li stargeheke şaredariyê ya li Grimpingstrasseyê jinek mirî hate dîtin.
Sibeha Çarşemê piştî îxbarekê polîsan berê xwe dan cihê bûyerê. Hate ragihandin ku jineke Kurd a bi navê Enda Kala li stargehê dima.
Di lêpirsîna dozgerî û polîsên Munsterê de sedema mirina Enda Kala tê lêkolîn. Rayedaran diyar kirin ku sedema mirinê hîn diyar nebûye û lêpirsîn ji her alî ve dewam dike.
Hate ragihandin ku karê ji bo komkirina delîlan û wergirtina îfadeya şahidan dewam dike û hin rêyên li derdora Grimpinstrasseyê bi demkî li trafîkê hate girtin.

