Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez, di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY’yê de diyar kir ku divê Sekreterê Giştî yê NY’yê jineke ji Emerîkaya Latînî be.
Sánchez destnîşan kir ku ji damezrandina NY’yê û vir ve ti jin nebûye Sekretera Giştî û ev yek wek neheqiyeke dîrokî bi nav kir. Sánchez, her wiha got ku herêma Emerîkaya Latînî û Karayîban jî heta îro tenê carekê di vê erka Sekreteryaya Giştî de hatiye temsîlkirin.
Dema wezîfeya Sekreterê Giştî yê heyî António Guterres di 31’ê Kanûna 2026’an de bi dawî dibe. Sekreterê Giştî yê nû dê di 1’ê Çileya 2027’an de dest bi kar bike. Ji bo vê erkê ji Emerîkaya Latînî berbijêrên mîna Rebeca Grynspan, María Fernanda Espinosa, Carolyn Rodrigues Birkett û Ivonne A-Baki hene. Serokdewleta berê ya Şîliyê Michelle Bachelet jî ji berbijêriyê paşve vekişiya.
Sánchez, her wiha dibêje ku divê NY û saziyên din ên navneteweyî bêne bihêzkirin. Sánchez, diyar kir ku kêmkirina piştgiriya welatan ji bo van saziyan, hevkariya cîhanî qels dike.
Serokwezîrê Spanyayê teqez kir ku divê hiqûqa navneteweyî û piralîtî bêne parastin û got ku di cihê hêza dewletên xurt de, divê serdestiya hiqûqê diyarker be.

