Karê Budçeya Tevlîkar a Şaredariya Gimgimê ya Mûşê di nirxandineke navneteweyî de ya li ser xurtkirina demokrasiya xwecihî bû duyemîn.
188 ŞAREDARIYAN SERÎ LÊ DAN, 40 JÊ JI FÎNALÊ RE MAN
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate dayin, ji bo Xelata Sala 25’an a OIDP’ê ku karên li qada demokrasiyê ya rêveberiyên xwecihî yên cîhanê dinirxîne, 188 şaredariyan serlêdan kirin. Di encama nirxandinê de 40 jê li fînalê man.
Karê Budçeya Tevlîkar a Şaredariya Gimgimê yek ji fînalîstan bû. Dİ encama dengdana gel de jî bû duyemîn.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di çarçoveya karên Budçeya Tevlîkar de xwe gihandin temamiya 7 taxên Gimgimê.
Di pêvajoyên tevlîkirin û civînên li taxan de pêwîstiyên welatiyan yekser hatin diyarkirin. Beşek ji budçeya şaredariyê jî li gorî van pêwîstiyên ji aliyê gel ve hatin diyarkirin, hate veqetandin.
Şaredariyê diyar kir ku bi vî karî dixwaze tevlîbûna welatiyan a yekser a li biryarên rêveberiya xwecihî zêde bike.
TECRÛBEYA GIMGIMÊ LI KRAKOWÊ HATE VEGOTIN
Hevşaredarên Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr beşdarî Konferansa OIDP a li bajarê Krakow ê Polonyayê bûn ku di 21-23’ê Îlona 2026’an de hate lidarxistin.
Hevşaredaran di konferansê de tecrûbeya budçeya tevlîkar a Şaredariya Gimgimê ji beşdarên navneteweyî re vegotin. Li gorî daxuyaniya Şaredariyê Serokwekîla OIDP Carla Cunnarsson belgeya fînalîst dan Kaya û Aydemîr.
Şaredariya Baglar a Amedê jî tecrûbeya xwe ya tevlîkar li konferansê pêşkêşî platforma navneteweyî kir.

