Jinûvezêdebûna şer û pevçûnên li Yemenê ên di navbera Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmetê de zexta li ser welatiyên sivîl zêdetir dike.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, roja Pêncşemê daxuyaniyek da diyar kir ku ew ji ber zêdebûna windahiyên sivîl ên li Yemenê bi fikar e.
Volker Turk got: ‘’Weke ku gelê Yemenê zêde êş nekişandine, roja îroyîn jî welatiyên sivîl bi pêleke tundiyê ya nû re rû bi rû mane.’’
Komîsertiya Mafên Mirovan a NY’ê da zanîn ku ji destpêka meha Tebaxê heya niha herî kên 125 welatiyên sivîl hatine kuştin yan jî hatine birîndarkirin. Saziyê diyar kir ku her wiha 15 jê zarok û 3 jî jin mirina 32 welatiyên sivîl hatiye belgekirin.
ŞER Û PEVÇÛN JI NÛ VE ZÊDE BÛNE
Piştî piştî çend salên aramiyê di meha Tîrmehê de şer û pevçûnên berfireh ji nû ve dest pê kirin.
Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan, beriya niha bakurê welêt û paytext Sana di bin kontrola xwe de digirt li gel gurbûna şer û pevçûnan li peravên rojava jî pêş ket.
Erebistana Siûdî jî li ser herêmên ku di bin kontrola Hûsiyan de ne êrîşên xwe yên hewayî didomîne. Li gorî NY’yê, ji ber şer û pevçûnan li Yemenê 130 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Tê diyarkirin ku li Cibuti ya li aliyê din ê Behra Sor 3 hezar kes ji ber şer û pevçûnan reviyane û derbasî welêt bûne.
JI ALIYAN RE HIŞYARIYA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
Volker Turk anî ziman ku divê bi tu awayî welatiyên sivîl neyên hedefgirtin.
Komîsertiya Mafên Mirovan a NY’ê diyar kir ku wan sê êrîşên aîdî Ensarullah a girêdayî Hûsiyan a ku jîngehên welatiyên sivîl hatine hedefgirtin, belge kirine.
Hate ragihandin ku êrîşên berbehs di 7’ê Tebaxê û 7 û 9’ê Îlonê de li herêma Marib a li navenda Yemenê hatine lidarxistin.
Volker Turk bang li hemû aliyên şer û pevçûnan kir ku di welatiyên sivîl û şervan û hedefên leşkerî ji hev cuda bigirin.
HÛSÎ: EREBISTANA SIÛDÎ DI NAVA 24 SAETAN DE 52 ÊRÎŞÊN HEWAYÎ PÊK ANÎNE
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan jî roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku balafirên şerî ên aîdî Erebistana Siûdî di nava 24 saetên dawîn de li Yemenê 52 êrîşên hewayî pêk anîne.
Televîzyona Al-Masiraha aîdî Hûsiyan îdîa kir ku di encama êrîşên berbehs de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Jinûvezêdebûna şer û pevçûnên li Yemenê, endîşeyên navneteweyî yên têkildarî rewşa welatiyên sivîl ku ev demeke dirêj e di nava krîzeke mirovî ya giran de ne, zêdetir dike.

