Cenazeyên şervanên YPJ‘ê Sema Hesekê (Rama Xelîl Xelîl) û Silav Ocalan (Zeyneb Cuma Hemze) ên ku di navbera 7-9‘ê Kanûna 2024‘an de li Minbicê şehîd bibûn îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hatin veşartin.
Di merasîmê de ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hate organîzekirin bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên jinan amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Di kesayeta her du lehengan de em hemû şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin û dibêjin em bi wan serbilind in.”
Necah Hewas anî ziman ku her du şehîdan banga welat bersivandin û bê terdudu li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer kirin, li ber xwe dan ta gihaştin asta şehadetê.
Necah Hewas di dawiya axaftina xwe de soza domandina rêya şehîdan da.
Bi navê hêzên leşkerî Evîndar axivî û got: “Ev herdu şehîdên me teslîm nebûn û heta dawiyê li ber xwe dan. Loma ji me tê xwestin ku em şopdarên rêya wan a azadiyê bin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşman veşartin.

