În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir
Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Di 16 salî de hate zewicandin, di 27 salî de hevjînê wê şehîd bû. Beyan Ferec ku bi çar zarokên xwe tenê ma, li gel zext û zordariyê jî jiyana xwe ava kir. Beyan ku 17 sal in şitilan diçîne heman bangê li jinan dike: Jin dikarin jiyana xwe bi rê ve bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di jiyana Beyan Ferec de 1’ê Çileya 2000’î bû demeke diyarker. Wê rojê hevjînê wê Bekir Abdulkerim Abdullah ji bo biçe dikanek li Helebceyê ji malê derket. Li gorî gotinên Beyan, Bekir beriya ku ji malê derkeve qala televîzyona xerabûyî ya mirovekî extiyar û xizan kir. Got, wê televîzyoneke nû bide wî ku bêyî televîzyonê dest bi sala nû neke.

Piştî bi 10 deqeyan dengê teqîna ji dikanê hat jiyana Beyan Ferec guhert.

Beyan Ferec li gel xesû û kesên din ên li malê çûn dikanê û dîtin ku dikan bi temamî xera bûye. Li gorî gotinên Beyan, teqemeniya li hundirê televîzyonê hatibû bicihkirin teqiya bû. Di encamê de Bekir li cihê bûyerê şehîd bûbû. Beyan wê demê hîn 27 salî bû.

ZEWACA DI 16 SALÎ DE

Beyan ku sala 1974’an li taxa Necîbek a Silêmaniyeyê ji dayik bû anî ziman ku ji ber karên siyasî yên malbata wê ji aliyê rejîma Baasê ve dihate şopandin, lewma di zarokatiya xwe de nekarî perwerdeyê dewam bike.

Beyan heta pola şeşemîn xwend û di 16 saliya xwe de bi zora bavê xwe hate zewicandin.

Beyan Ferec ku di sala 1990’î de bi kurê metka xwe Bekir re zewicî 2 keç, 2 xort bi giştî çar zarok anî dinyayê.

Malbat demekê li Derbendîxanê ma. Beyan di salên 1990’î de ji ber şerê li ser sînor ê Germiyan û Serazorê û ji ber koçberiyê neçar ma ku jinûve li Silêmaniyeyê vegere.

Bekir endezyarê elektrîkê bû, lê belê nekarî pîşeyê xwe bi rengekî fermî bike. Li taxa Necîbekê ya li Silêmaniyeyê dikaneke tamîrê xebitand.

Li gorî gotinên Beyan Ferec guherîna di jiyana Bekir de, piştî ku hin kesên hatin dikanê nas kir, destpê kir. Beyan Ferec anî ziman ku şêweyê axaftinê û nêzîkatiyê yên van kesan bandor li wî kir. Hevjînê wê jê re got, ku van kesan piştî demekê gotin têkiliya wan bi PKK’ê re heye.

Beyan Ferec ragihand ku Bekir piştre bi PKK’yiyan re dest bi kar kir û mala wan bi demê re bû cihekî kombûna li hev a van kesan. Beyan Ferec diyar kir ku bala Bekir li ser karên civakî û siyasî bû û hevjînê wê ji bo gelê xwe dest bi xizmetê kir.

LI GEL ZEXTÊ JÎ LI GEL HEVJÎNÊ XWE SEKINÎ

Beyan Ferec anî ziman ku di sala 1994’an de hevjînê wê Bekir derbasî Helebceyê bû, li vê derê beşdarî nava karên çapemeniyê bû û ji ber karên xwe yên çapemeniyê ji aliyê YNK’ê ve gelek caran hate binçavkirin û girtin.

Beyan Ferec dibêje di vê demê de ji derdora xwe zextê dibîne. Beyan qala wan hişyariyan dike ku jê re dihate gotin, “Eger hûn bi PKK’yiyan re di nava têkiliyê de bin wê malbat û zarokên we zerarê bibîne” û tîne ziman ku hevjînê wê li gel vê yekê nesekinî.

Nûçeya teqînê ya 1’ê Çileya 2000’î jiyana malbata wan bi rengekî ku veger jê nebe guhert.

PIŞTÎ ŞEHADETA HEVJÎNÊ WÊ

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ku piştî şehadeta Bekir, Beyan lê rast hat, helwesta malbata hevjînê wê li ser zarokên wê bû.

Beyan Ferec diyar kir ku malbata Bekir xwest zarokan jê bistîne û wê ji malê derxîne. Jê re hate gotin, divê ew ya bi yekî ji malbatê bizewice yan jî malê biterikîne.

Beyan Ferec anî ziman ku di vê demê de piştgiriya herî mezin ji dayika xwe wergirt û dayika wê jê re got, “Ez ê nehêlim ku jineke dayika çar zarokan bê binpêkirin.”

Beyan got, piştî şehadeta hevjînê xwe bi qasî pênc salan nezanî wê jiyana xwe çawa jinûve ava bike. Piştre jî dest bi kar kir û bi demê re mal û wesayitek ji xwe re kirî.

Ji çar zarokên xwe 3 ji wan zewicand. Zarokek wê jî hîn li gel wê ye.

JIYANA XWE JINÛVE AVA KIR

Beyan Ferec diyar kir ku piştî şehadeta hevjînê wê demekê ji karên siyasî û civakî qut bû, di sala 2004’an de jî beşdarî nava karên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bû.

Ji aliyekî ve da ser şopa hevjînê xw,e li aliyê din jî ji bo karibe zarokên xwe mezin bike û ji aliyê aborî ve bi serê xwe be dest bi kar kir, karê xwe ava kir.

Nêzî 17 sal in jî karê çandina şitilan dike.

Beşeke mezin a roja xwe li şitilgehê derbas dike. Dixebite, derdorê sererast dike û bi şitlan mijûl dibe.

Ji bo Beyan Ferec çandina şitilan ne tenê karekî ji bo debarê ye. Beşeke girîng a jiyanê ye ku piştî şehadeta hevjînê xwe bi derfetên xwe jinûve ava kir.

Dibêje, “Bêyî dikanê îdare nakim.”

Dibêje, zarokên wê êdî jiyana xwe ava kirine, ew jî xwedî wê hêzê ye ku karibe karê xwe dewam bike.

‘DIVÊ JIN KARIBE JIYANA XWE BI XWE AVA BIKE’

Nêrînên Beyan Ferec ên têkildarî jinan xwe dispêre tecrûbeya wê ya jiyanê.

Beyan Ferec anî ziman ku di nava civaka Kurd de piraniya jinên ku hevjînên wan wefat dike, malbat û xizmên wan hewl didin jiyana wan diyar bike û destnîşan kir ku divê jin şert û mercan ava bikin ku jiyana li ser bimeşîne.

Di vê çarçoveyê de bal kişand ser girîngiya serxwebûna civakî û aborî ya jinan û got, “Divê jin bêyî ku hewcedarê bav, kek an jî hevjînê xwe be karibe jiyana xwe bi xwe ava bike.”

‘DIVÊ HER JIN KARIBE LI SER LINGÊN XWE BISEKINE’

Beyan Ferec nêzî 17 sal in şitilan diçîne û dibêje ku wê ji niha û pê ve jî kar bike.

Vê bangê li jinan dike: “Divê her jin karibe jiyana xwe bi rêxistin bike û li ser lingên xwe bisekine.”

Çîroka jinekê ku di 16 salî de hate zewicandin, di 27 salî de bi çar zarokên xwe bi tenê ma, piştî şehadeta hevjînê xwe derdora wê hewl da li ser jiyana wê û zarokên wê biryarê bide, lê ew li ser linê xwe sekinî û karê xwe dike.

Di jiyana Beyan Ferec de gelek tişt guherîn.

Lê belê tenê fikrek neguherî.

Hîn jî wê gotinê dibêje:

“Divê jin jiyana xwe bi xwe diyar bike û bimeşîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya
Nûçeya Pişt re Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mariana Conti: Jinên Kurd ji bo hemû jinan bûn mînakeke îlhamê

Ji Meclîsa Şaredariya Sao Pauloyê Mariana Conti diyar kir ku ew piştgiriyê dide kampanyaya navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

Dadger Qasim Şengalî diyar kir ku divê ji bo sûcên ku DAÎŞ’ê li dijî Êzîdiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Qamişlo: Em amade ne parastina xaka xwe bikin

Ciwanên Qamişlo bi banga serferberiyê re xwe bi çek kirin û berê xwe dan kolanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?