Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altun, di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li Riha, Şirnex, Mêrdîn û Wanê bi çalakiyên cuda hate bibîranîn. Di bîranînan de jiyan û têkoşîna Altun hate vegotin û dirûşmeya, “Şehîd namirin” hate berzkirin.
RIHA
Di pêşengtiya KAT-DERê ya Rihayê, ji bo yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Riza Altun bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek welatî tevlî bernameya ku li avahiya komeleyê hat kirin bûn. Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Yaşar Kirmizi yê ku 30 salan girtî ma axivî. Kirmizi bal kişand ser jiyan û têkoşîna Riza Altun û hemû yên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî anî ziman. Kirmizi da zanîn ku divê ew girêdana xwe ya bi bîranîna wan re bi mezinkirina têkoşînê nîşan bidin.
Piştî axaftinê, helbesteke Ali Haydar Kaytan hat xwendin.
Bername bi nîşandana sînevizyona ku li ser jiyan û têkoşîna Riza Altun hatibû amadekirin dewam kir.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ŞIRNEX
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li Salona Konferans ya Şehîd Orhan Dogan a li avahiya DEM Partî ya Cizîrê bîranîn hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de wêneyên Riza Altun û Alî Haydar Kaytan bi nivîsên “Sembola hevrêtiya azadiyê” û “Sembola jiyana heqîqet û pîroz” û postera Rêber Apo hatin daleqandin. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyona li ser têkoşîna Riza Altun hate pêşandan.
Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal di bîranînê de axivî û diyar kir ku Riza Altun li pey xwe xetekî têkoşînê yê nayê jibîrkirin hiştiye û wiha got, “Gelê Kurd wî û hevrêyên wî ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Em her tim minetdarê kesên ku di nava vê têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cih girtin in. Em îro têkoşîna wan didomînin. Em di şexsê Riza Altun de tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Em ê keda wan dîtbarî bikin. Em ê van vebêjin. Keda wan rê nîşanî me dike.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
MÊRDÎN
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê ve, li avahiya DEM Partî ya Mêrdînê bîranîn hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre, Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday axivî û diyar kir ku di tevahiya têkoşîna azadiya Kurd de berdêlên mezin hatine dayîn. Kuday di şexsê Riza Altun de sersaxî ji gelê Kurd re xwest. Kuday minetdariya bi şehîdan re anî ziman û soza berdewamkirina têkoşîna wan da.
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Riza Altun, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
WAN
Li Wanê ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve, li baxçeya avahiya DEM Partî ya Wanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de pankarta bi nivîsa “Her şehidek felsefeya jiyanê ye” hate vekirin.
Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Zulkuf Uçar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê û sînevîzyona li ser jiyana Riza Altun destpê kir. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Bîranîn bi xwendina helbestan bi dawî bû.

