Li navçeya Xozatê ya Dersimê bi pêşengiya Meclîsa Bajar meşek li dijî tiryak û çetebûnê hat lidarxistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de, hat diyarkirin ku divê ciwan ji tiryak û girêdanbûnê bên parastin.
Piştî meşê Endamê Meclîsa Bajarê Xozatê Sabît Menteş, axivî û diyar kir ku divê civak li hember pirsgirêkên navçeyê bêdeng nemîne û bêtir piştevaniyê nîşan bide. Menteş, êrîşa li ser Hidir Dîlekçî ya di rojên borî de şermezar kir û anî ziman ku êrîşên bi vî rengî ji bo astengkirina piştevaniya civakî û îradeya hevpar in.
Menteş, diyar kir ku ew ê li dijî gef û tundiyê bi rêya hiqûq, demokrasiyê û piştevaniyê têkoşînê bikin û destnîşan kir ku ew ê rê nedin ku qadên jiyana hevpar ên navçeyê veguherin hawirdoreke tirsê. Menteş, anî ziman ku têkoşîna wan ne li dijî kes an komek e, ji bo parastina ciwanan a ji tiryak, çetebûn û girêdanbûnê ye û bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cih.

