Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Emîne Beyram: Wê sîstema Şaredariya Şexmeqsûd û Eşrefiyê neguhere
Rojava

Emîne Beyram: Wê sîstema Şaredariya Şexmeqsûd û Eşrefiyê neguhere

Hevşaredara Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyram diyar kir ku taxên wan jî wê ji xizmetên Şaredariya Giştî ya Bajarê Helebê sûdê bigirin û wiha got: “Xebat û makanîzmeya sîstema şaredariya me ya ku me berê avakiriye wê neyê guhertin û domdar be.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di şer û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de cihên ku tê de zirar dîtine û beşek mezin jê hate rûxandin Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûn. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi çirûska Şoreşa Rojava re ew jî daketin qadan. Taybet bi sala 2016’an re û bi êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li ser taxê re, şervanên YPG- YPJ û gelê taxê bi her awayî li hember wan koman li ber xwe dan û navê Şêxmeqsûd li dîrokê nivîsandin.

Gelê taxê li aliyekî taxên xwe ji êrîşên çeteyan parastin û li aliyê din jî xwe bi rêxistin kir û sazîyên xwe avakirin. Yek ji wan saziyan jî şeredariya gel bû. Ji ber tax demek dirêjî ji aliyê komên çete ve hat dorpêçkirin û ambargoya rejîma Baasê ya li ser taxê, şeredariya gel xebatên xwe li ser tamîrkirina karên lezgîn meşand.

DI XEBATÊN ŞAREDARIYÊ DE ZEHMETÎ DIHATIN KIŞANDIN

 

Hevşaredara Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyram li ser kar û xebatên şaredariyê ji ANF’ê re axivî. Emîne Bayram diyar kir ku şaredarî bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re weke saziyekê xwe bi rêxistin kir û wiha got: “Di xebata şeredariyê de astengiyên mezin dihatin kişandin. Derfetên şaredariyê pir kêm bûn û ji ber vê yekê xebat kêm dihatin meşandin. 13 salan ambargo û êrîş li ser taxê hate meşandin. Ji ber madeyên ango pêdivîyên ku pê werin karkirin derbasî taxê nedibûn, di çêkirina binesaziya taxê û cihên ku zirar dîtine de zehmetî hatin kişandin. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke taxên Helebê nedihatin destgirtin her tim cûdahiyek di navber herdu taxan û taxên Helebê de hebû.”

‘TAXÊN ME BI PÎŞESAZÎ Û BAZIRGANIYÊ TÊ NASÎN’

Emîne Beyram li ser peymana di navber Hevserokên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikûmeta Şamê de hate îmzekirin jî axivî û wiha domand: “Di peymana hate îmzekirin de xala 5’an li ser xizmetguzarî û şaredariyê ye. Di çarçoveya vê xalê de bendên kontrolê yên ku bi axê hatibûn avakirin hatin rakirin. Armanca vê ji rakirina axê zêdetir ew bû taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi karên pîşesazî û bazirganîyê tê naskirin da ku rê li pêşiya gel bê vekirin û bi rehetî karê xwe bikin. Li ser wê esasê Şaredariya Helebê ya giştî tevî şaredariya gel bi erka xwe rabû.”

XISÛSIYETA TAXÊN ŞEXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ HENE

Hevşaredar Emîne Beyram anî ziman ku li gorî peymana ku hatiye îmzekirin komîteyek ji şaredariya gel wê cihê xwe di nav Şeredariya Giştî ya Bajarê Helebê de bigire û wiha dawî li axatina xwe anî: “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî wê xizmetên Şaredariya Giştî ya Bajarê Helebê sûdê bigirin. Wê taxên me jî weke taxên din para xwe di avakirinê de bigire da ku astengiyên ku berê hatine kişandin careke din dubare nebin. Lê xebat û makanîzmeya sîstema şaredariya me ya ku me berê avakiriye wê neyê guhertin û domdar be. Ji ber ku xisûsiyeteke taxê heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kampa Holê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: Hedefên terorê têne têkbirin
Nûçeya Pişt re Operasyona Ewlekariyê ya li Kampa Holê di roja sêyemîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi rêya TÎGEM’ê koçberî li ser gundiyên Serêkaniyê tê ferzkirin

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li gelek gundiyan hatiye qedexekirin ku zeviyên xwe yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, top, obus û ji hewayê êrîş bir…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (263)

Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (5)Qazî: Başe her lew pêwendîye da ew nizîkbûnewey Emrîka le…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Dirbêsiyê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temir û Dirbêsiyê daxwaza perwerdeya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ti carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?